Dr.phil. Hussein Habasch, husseinhabasch@gmx.de, www.habasch.de

 

Dilê têlêfonê bi me şewitî

 

Manî! Hûn kanin îro jî şewlerê xwe yî keskezer û şalûşapika şîneesmanî li xwe bikin, çawa rehberê mîthrayî ew li xwe dipêçan û li Mardînûya hûn lê hatine dunyayê û li Hemedana mîrebavê we yî erşakî Patîk yekemîn car çavên xwe ronahî dîtin, herdu prînsîpên xwe yî dînî-fîlosofî bi wan bidine nasîn û rê bidine min ez guh li nevîyekî we yî hevdem bigirim; helbesta xwe ya nû ji min re bixwîne, ya ji salan ve nivisîye û nikane lê vegere, lewma lêvegerîn xweşewitandin e.

Piştî kûkirina salên xweşewitandinê got, kî ji te bêtir kane min tê bigîhne, ka ez ji te re vê berhema nû bi têlêfonê bixwînim, çawa me di salên ciwantiyê de li bajarê evînê weha dikir. Û xwand …. Di wan çend deqeyên guhdarkirinê de ez li pir welatan geriyam, çûm rûyê pir evîndaran û xemgîn bûm bi bobelata jihevdûrketinê û nemanê.

Dema xwandin temambû, ez guf mam, dengê keko hat bi navandina min, tu jî hevjiyarê xweşewitandinê yî. Tu kanî wê helbestê ji min re bişînî? Hîn temam nebûye, hat bersivandin.

Berî çend salan di hevdîtineke kurt de, ku me ji salan ve hevdi ne dîtibû û têr ne dibûn ji wê yekê berî em li welatan bêne kêlandin, di nav peyvan re navekî pîroz hat, min jî hema bi nermî çend pirs kirin, lê çavên me herduyan şilbûn, me dirûza şevbaşiyê ji hev re xwest; lê kesî nizanî me xwe liser rivînê dirêjkir û diqijilîn.

Îro ez hinekê wêrektir bûm piştî bixêrhatina helbestê û ketim nav pirsehwîrşewatan, di destpêkê de deng wek caran dihat, lê li dawiyê dilê têlêfonê bi me şewitî… em bêdeng man… zimanekî din dilorand…

Makîna Gêlasê liber derî rawesta, min nexwest ew çavên min î şil bibîne û rûyê min î xefetbar; îro rojbûna wê ye, ezê çawa pêşwaziya wê şîrînê bi rondikan bikim!

 

Bonn, 15.03.2013